Hêzên Ewlekariya li Dêrasozrê êrişa DAIŞ`ê têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li kantona Dêrazorê têk birin.

Hêzên Ewlekariya li Dêrasozrê êrişa DAIŞ`ê têk bir
8 hezîran, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî xaleke hêzên wan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneke çeteyên DAIŞ`ê şeva Şemiyê  bi bombeyeke destan êrişî xaleke Hêzên Ewlekariyê ya li gundê El Sebha li rojhilatê Dêrazorê kirin, paşê dema ku vekişiyan gule berdan xaleke parastinê ya stastoyna avdaniyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişê dan, her wiha dema ku dewriyeke wan ji navenda bajarê El Bisêra ji bo piştgriyê derketibû rastî êrişê hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wan êriş têk birine û ti ziyan li hêzên wan nebûye.

(k)