Li Xezayê 10 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 10 kes hatine kuştin.

Li Xezayê 10 kes hatin kuştin
5 hezîran, 2025   11:42
NAVNDA NÛÇEYAN

Dezgeha Parastina Sivîl a Xezayê îro ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Berdevkê Dezgeha Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku di êrişên ji barbanga duh (Pêncşem 4 Hezarîn) û heya vê kêliyê ve, 10 kes hatin kuştin.

Mehmûd Besel da zanîn ku êriş li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê li dijî malekê, li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê li ser konekî koçberan û li Dêr Belehê ya naverasta Xezayê li dijî malekê hatin kirin.

Li aliyekî din, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh (Çarşem 4 Hezîran 2025)  li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya agirbestê li Xezayê û gihandina alîkariyên mirovî bo devera dorpêçkirî veto kiribû. Tevgera Hemasê vetoya ji aliyê DYA’yê ve hatibû bikarnaîn şermezar kir.

(bb)