Di 24 saetan de 22 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 22 kes hatine kuştin.

Di 24 saetan de 22 kes hatin kuştin
5 hezîran, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetan de 22 kes hatine kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li herêma El Mişai –Îtfaiyê ya bajarê Hemayê çekdarên nenas kesek qetil kir, li  taxa Qisûr a heman bajarî kesek bi navê "Seqir" di êrişa komeke çekdarên nenas de hat kuştin.

Navenda çavdêriyê da zanîn ku li Şamê 5 ciwanên Elewî ku 2 roj berê hatibûn revandin, kuştî li Nexweşxaneya El Muctehid hatin dîtin. Hate diyarkirin ku li taxa Dibêsî ya Siwêdayî jî komeke çekdar 2 kes kuştin.

SOHR’ê destnîşan kir ku di encama teqîna mayînên bermahiyên şer de li gundewarê başûrê Merat El Nûman a Idlibê zarokek û li taxa Tib El Cûra yê bajarê Dêrazorê kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Hate zanîn ku li gundewarê Helebê yê dagirkirî jî çeteyekî "Ceyş El Wetanî" ji ber teqîna mayînekê ya bermehiyên şer hat kuştin. 

SOHR’ê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê yên li ser benda kontrolê ya gundê Rebîa yê Hemayê hejmarek şênî gulebaran kirin, di encamê de yek jê jin 8 kes hatin kuştin.  Hr wiha diyar kir ku kesek dema li devera di navbera gundên Til Şenan  û Şitaya yên Humsê de giya kom dikir, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Li taxa Miftî ya bajarê Hesekê jinek ciwan  ji ber lîstina bi çekê jiyana xwe ji dest da.

(bb)