Rojnameya Serxwebûn; bîra 47 salî ya çapemeniya azad

Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya dawîn de ku piştî Kongreya 12’emîn a PKK'ê derket, diyar kir "Her tişt ji bo destpêkên nû ye” û dawî li weşana xwe ya 47 salan anî. Rojnameyê 12 şehîd dan û bi 527 hejmar û nêzî 200 pirtûkan bû bîrdariya çapemeniya azad.

Rojnameya Serxwebûn; bîra 47 salî ya çapemeniya azad
5 hezîran, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Kongreya 12’emîn a PKK'ê ku biryar da têkoşîna çekdarî bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan biqedîne, rojnameya Serxwebûn jî da zanîn ku ew dawî li weşana xwe tîne.

Serxwebûnê hejmara xwe ya 521’an weşand (tevî hejmarên di dema îllegal de 527) û tê de cih da biryarên PKK'ê yên di kongreya xwe ya dîrokî de yên bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan dane û nivîseke bi sernavê "Her tişt ji bo destpêkên nû û xurttir" û da zanîn ku weşana xwe bi dawî dike.

DI ÇAPEMENIYA KURD DE DESTPÊKEKE NÛ

Rojnameya Serxwebûn bi şêwazê xwe yê xebatê, tampoya xwe, biryardarî, wêrekî û bandora xwe ya li ser beşên civakê, di dîroka çapemeniya kurd de wek destpêkekê tê hesibandin û piştî ku di serdemekê de bandora xwe çespand, kete nav rûpelên dîrokê.

Serxwebûn di Cotmeha 1978’an de bi awayekî îllegal dest bi weşanê kir û heta sala 1979’an jî weşana xwe bi vî rengî domand. Ji Çileya 1982'yan ve weşana xwe li Ewropayê 44 salan bê navber domand û nave xwe da bihîstin. Rojname xwedî dîrokeke dêrîn a 47 salan e. Hejmara xwe ya yekemîn di dema îllegal de bi sernavê "Rêya Şoreşa Kurdistanê" weşand. Weşana xwe ya fermî bi sernavê "PKK’ê Konferansa Xwe ya Yekemîn Li Dar Xist” da destpêkirin û bû destpêkeke xurt.

Di Tîrmeha 1978’an de Rêber Abdullah Ocalan bi nivîsandina manîfestoya "Rêya Şoreşa Kurdistanê" gava xwe ya destpêkê ya propagandaya nivîskî avêt. Bi vê vîzyona xwe Serxwebûnê di Cotmeha 1978’an de bi awayekî îllegal wek weşana sereke ya partiyê dest bi weşanê kir. Di dawiya sala 1979’an de 5 hejmarên taybet jî di nav de, bi giştî 6 hejmar hatin weşandin û bi vî awayî dest bi rêwîtiya xwe ya weşanê kir. Desteya Weşanê ya Navendî di nava şert û mercên îllegal de xebatên xwe dewam kirin û çapkirina rojnameyê bi daktîlo û duplîkatoran çêdibû.

Desteya weşanê bi koordînasyona rasterast a Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin. Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Duran Kalkan û Fatmayê tê de cih girt. Tevî ku hîna avaniyeke fermî ya partiyê tune bû jî, desteya weşanê yek ji rêxistinên fermî yên destpêkê yên PKK'ê bû. Desteya di bin koordîneya Rêber Abdullah Ocalan de, li ser naverok, rêbaz û armancên weşanê nîqaşên xurt meşandin. Armanc ew bû ku têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê were nîşandan, polîtîkayên Tirkiyeyê werin teşhîrkirin û bi tevgerên şoreşger ên cîhanê re hevgirtinê çêkin.

NAVENDA XEBATÊN WEŞANÊ MALA LI BAGLARÊ BÛ

Navenda xebatên wê yên weşanê, maleke li navçeya Baglar a Amedê bû. Ev mal bû baregeheke ku civîn û xebatên amadekariyê yên desteya weşanê lê dihatin kirin. Ji havîna 1978’an ve endamên desteyê civînên asayî li wir li dar xistin. Di civînan de nivîsandina kîjan mijaran, şêwaza weşangeriyê û çawaniya çarçoveya bîrdoziyê hatin nîqaşkirin.

Di damezirandina Serxwebûnê de qonaxeke herî girîng jî nivîsandina manîfestoya "Rêya Şoreşa Kurdistanê" ya Rêber Abdullah Ocalan a Tîrmeha 1978'an bû. Rêber Abdullah Ocalan bi kedeke mezin ev manîfesto nivîsand. Mazlûm Dogan û endamên din ên desteyê nivîs bi daktîloyê nivîsandin û ji bo ku winda nebe 3 kopya amade kirin. Di wê demê de yekane belgeya nivîskî ya PKK'ê, pêşnûmeyeke ji 13 rûpelan a bernameyê bû. Lê manîfesto belgeyek berfireh bû ku ev pêşnûme derbas dikir, analîzên teorîk pêşkêş dikirin û nîqaşên wê demê ronî safî dikirin.

Manîfesto piştî nîqaş û pêvajoya sererastkirinê ya desteya weşanê ji bo weşanê hat amadekirin. Ew manîfesto bi xwe wek hejmara yekemîn a rojnameyê hate weşandin. Vê biryarê hişt manîfesto xwe bigihîne girseyeke berfireh, di heman demê de Serxwebûnê bi naverokeke xurt weşana xwe da destpêkirin.

RÊBER ABDULLAH OCALAN: SERXWEBÛN DÊ TÊKOŞÎNEKE BÊEMAN BIKE

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de mîsyona Serxwebûnê wiha destnîşan dike:

“Serxwebûn; ji bo berbelavkirina dengê rastiya Kurdistanê û têkoşîna wê ya azadiyê, ji bo teşhîrkirina dagirkeriya faşîst a Tirkiyeyê û hevkarên wan ên li welatê me; ji bo aşkerakirina planên li ser welat, herêm û cîhanê û xurtkirina hevgirtina şoreşgerên cîhanê li dijî vê yekê; ji bo ku şovenîzm, reformîzm û nîjadperestiya herêmî teşhîr bike û îzole bike; ji bo xurtkirina yekitiya hêzên têkoşer ên Kurdistanê û herêmê; dê hemû derfetên xwe seferber bike û di vê serdema dawîn de têkoşîneke bêeman bimeşîne.

Em dibînin ku Serxwebûn bi desteka çalak a aliyên şoreşger, welatparêz û kedkar ên Kurdistanê dikare van peywiran bi cih bîne. Wek desteya weşanê ya Serxwebûnê em di wê baweriyê de ne ku gelê me hem li hundir hem jî li derveyî welat dê vî dengê têkoşîna me ya azadiyê bilind bike û hembêz bike.”

GAVA PÊŞÎN A BER BI PARTÎBÛNÊ VE

Ji pêşengên damezirîner ên PKK'ê Duran Kalkan qonaxa damezirandina Serxwebûn bi vî rengî vedibêje: "Birêxistinbûna pratîk a sêyemîn di bihara 1978'an de di civîna li Elezîzê de pêk hat ku desteya weşanê ya li wê derê ava bûbû. Rêxistina yekemîn a PKK'ê ku beriya bi awayekî fermî were avakirin, beriya ku bibe fermî, dema ku hê tevgereke komî bû, rêxistina wê ya bi fermî hate avakirin, komîteya weşanê nebû, lê desteya weşanê bû. Desteyeke weşanê hate çêkirin û peywira derxistina koverekê danî ser milê wê desteyê ku dê bibûya organa weşanê ya navendî ya îllegal. Bi vî rengî xwest pêvajoya fermîbûnê ya bi bernameyê dest pê kir, bêhtir bi pêş ve bibe û ber bi partîbûyînê ve biçe. Desteya weşanê ji aliyê Rêbertî bi xwe ve hat koordînekirin û birêvebirin. Her wiha kadroyên din jî hevalê Hayrî bû, hevalê Mazlûm bû, ez bûm, Fatma bû û Rêbertî bi xwe koordîne dikir. Tevî Rêbertî ji 5 kesan pêk dihat. Hê partiyek tune bû, komîteyeke partiyê tune bû, lê belê desteya weşanê çêbû û biryara derxistina kovarê hat dayîn.”

Piştî derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980'yî êdî li Kurdistanê weşana îllegal mimkun nebû. Ji bo vê jî di Konferansa Yekemîn a PKK'ê de ku di sala 1981’an de li Kampa Helvê hate lidarxistin, biryar hate dayin ku organa xwe ya navendî ya weşanê derbasî Ewropayê bike. Di rêwîtiya nû ya weşanê ya Serxwebûnê ya li Ewropayê de banga Mazlûm Dogan a "Dengê me bi gelên cîhanê bidin bihîstin" îlhamek da û kir ku rojname ji nû ve zindî bibe. Serxwebûn dûre ji Çileya 1982’yan pê ve li Ewropayê wek rojnameyeke mehane bi fermî û bê navber weşana xwe domand.

Serxwebûn di tevahiya weşana xwe de bû şahidê 12 şehîdan; Mazlûm Dogan, Emel Çelebî (Mîne), Evren Polat (Selçuk), Hasan Agdaş (Proleter Celal), Sînan Cemgil Kahraman (Sînan), Şêxo Dirlik, Hasan Kızıler (Mazlûm), Bedriye Taş (Ronahî), Zeynep Erdem (Jiyan), Halil Gunder (Zafer), Levent Çelik (Ciwan) û Zekeriya Yuce (Sedat). Van navan rihê têkoşerî û fedekariya rojnameyê sembolîze kir. Di heman demê de rojnameyê mohra xwe li dîrokê xist, wek arşîveke ku têkoşîna gelê Kurd belge dike û bi navê Weşanên Serxwebûn nêzî 200 pirtûk derxistin.

JI BO DESTPÊKEKE NÛ

Serxwebûn di hejmara xwe ya meha Gulanê de ragihand ku ew hatiye dawiya rêwîtiya xwe ya 44 salan a weşana bênavber. Rojnameyê bi manşeta "Ji bo destpêkeke nû" xatir ji xwînerên xwe xwest û di nivîsa wê ya xatirxwestinê de van gotinan cih girt: "PKK ku nîv sedsal e li dijî hemû êrişan li ber xwe da û têkçûn red kir, di kongreya xwe ya 5-7'ê Gulanê de dawî li avaniya xwe ya rêxistinî anî. Serxwebûn ku bi PKK'ê re bûyek yek, piştî şikandin û derbaskirina hemû zextan, bi vîna xwe ya azad weşana xwe bi dawî bike.”

Desteya weşanê ya Serxwebûnê diyar kir ku ev biryar ne dawî ye, lê zemînek ji bo destpêkên nû ye û wiha destnîşan kir: "Bidawîbûna weşana Serxwebûnê ne dawiyek e, berevajî wê, pêngavek e ku rêyên nû vedike. Mîrateya Serxwebûnê ku mohra xwe li serdemekê xist, di dema nû de dê di organên cuda yên medyayê de jiyan û bandora xwe bidomîne.”

ARŞÎVEKE DÎROKÎ

Serxwebûn, di weşana xwe ya 47 salan de ku di navbera salên 1978-2025'an de kir, wek platformeke ku têkoşîna gelê Kurd ji cîhanê re ragihîne, bi roleke girîng rabû. Ev weşana ku bi pêşengiya Mazlûm Dogan dest pê kir û bingeha wê bi manîfestoya Rêber Abdullah Ocalan hat danîn, hem weke amûreke propagandayê hem jî ji destpêka îllegal heta weşana xwe ya asayî ya li Ewropayê, wek arşîveke dîrokî cihê xwe girt. Serxwebûnê di Gulana 2025'an de serpêhatiya xwe ya weşanê ya 44 salan bi dawî kir û wekî ku di gotara xwe ya xatirxwestinê de jî diyar kir; mîrateya xwe radestî weşanên nû kir û ji bo siberoja tevgera siyasî ya Kurd peyameke hêvîdar hişt.