Rojnameyên erebî: Tirkiye tenê bi devkî piştgiriya Hemasê dike

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da têkiliya di navbera Hemas û dewleta Tirk de, hilbijartinên Amerîkayê û hişyariyên berfirehbûna şer.

Rojnameyên erebî: Tirkiye tenê bi devkî piştgiriya Hemasê dike
22 ÇILE, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî têkiliya di navbera Hemas û dewleta Tirk de nûçeyek bi sernavê “Heniye li Enqereyê: Piştî Îran û Hizbullahê Tirkiye jî ji şerê Xezayê dûr e" nûçeyek parve kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku rêveberên Hemasê bi baldarî li hember Tirkiyeyê tev digerin ji bo ku wê teşwîq bikin ku helwesteke ji vê bibandortir ku piştgiriya devkî derbas dike, li hember Îsraîlê nîşan bide.

Piştî Îran û Hizbullahê, Tirkiyeyê jî tu helwesteke cidî li hember Îsraîlê nîşan nedaye.

Li gorî rojnameyê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef li Îsraîlê xwaribû ku bersiva şer bide, lê şer kete meha 4`an û hîna Tirkiyeyê tiştek nekiriye ji bo ku nehêle Îsraîl Xezayê û kampên penaberan wêran bike yan jî rê li pêşiya kuştina bi hezaran filistiyan bigire.

Rojnameyê destnîşan kir ku Erdogan tenê bi devkî şerê serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu kir. Li gorî analîzvanan xîtaba Erdogan a li hember serokwezîrê Îsraîlê, ji bo raya giştî ya Tirk. Her wiha diyar kirin ku ev xîtab bandorê li têkiliyên her du welatan nake.

‘DESANTIS XWE JI PÊŞBIRKA SEROKATIYÊ VEKIŞAND Û PIŞTGIRIYÊ DIDE TRUMP’

Der barê hilbijartinên Amerîkayê de tora Independent Arab nûçeyek nivisî. Torê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku waliyê Floridayê Ron DeSantis ê ku di pêvajoyê berê de hevrikê Donald Trump bû, duh ragihand ku ji pêşbirka serokatiyê vedikişe û dê piştgiriya serokê berê Trump bike.

Bi nêrîna rojnameyê bi vekişîna DeSantis re ku rêjeya alîgirên wî di çend mehên dawîn de kêm bûye, tenê Nikki Haley dimîne ku tekane berbijêr e ku rê li ber serkeftina Trump digire. Hilbartinên serokatiyê yên Amerîkayê dê di Mijdar de li dar bikevin.

‘GUTERRES: ROJHILATA NAVÎN BÛYE BERMÎLEKE BARÛDÊ KU DIKE BITEQE’

Rojanemya Şerq El Ewsat cih da daxuyaniya sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres ku dibêje Rojhilata Navîn bûye bermîleke barûdê ku dike biteqe û êdî divê rê li pêşiya aloziyên li herêmê bê girtin.

Rojnameyê cih da daxuyaniya Guterres ku şerê Îsraîlê dê wêreniyeke mezin û berfireh çêke û hejmareke zêde ya mirovan bikuje.

Li gorî rojnameyê Guterres teqezî bi agirbestekê kiriye, ji bo ku êşên li Xezayê sivik bibin, alîkarî bigihêje hewcedaran û dîlgirtî bên berdan. Di heman demê de Guterres redkirina cudakirina her du dewletan rexne kir û wek "nayê qebûlkirin" wesifand û diyar kir ku bêparhiştina gelê Filistînê ji mafên wî, dê aloziyê dirêjtir bike ku li ser aştiya navneteweyî xetereyeke mezin e.

(şx)