Li Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li rojhilatê Ukraynayê di encama êrişa hewayî ya Rûsyayê de 4 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Li Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin
29 adar, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Dnipropetrovsk a rojhilatê Ukraynayê, Sergey Lysak der barê êrişên hewayî yê Rûsyayê de daxuyaniyek li ser ’Telegram’ weşand.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê duh derengiya şevê zêdetirî 24 dron avêtin bajarê Dnipro. Hate diyarkirin ku di encama êrişê de 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniya welatiyê Dnipropetrovskayê de hate zanîn ku "Gelek avahî jî bi zerar bûn. li 12 malan şewat derket. Şewat garac û stasyonên sotemeniyê jî da ber xwe."

Her wiha destnîşan kir ku ekîpên rizgariyê şewatên li otel û xwaringehekê kontrol kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo li Ukraynayê hilbijartineke ‘demokratîk’ a serokkomariyê bê lidarxistin û piştre bi rayedarên nû re peymaneke aştiyê were muzakerekirin, pêşniyara ‘rêveberiyeke demkî’ ya di bin sîwana NY’yê de kiribû.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky pêşniyar red kir û got, armanc jê dirêjkirina dema şer e.

(bb)