Li Girtîgeha Edra ya Şamê îsyan

Hat diyarkirin ku li hin beşên Girtîgeha Navendî ya Edra ya li gundewarên Şamê hewldana îsyanê çêbûye.

Li Girtîgeha Edra ya Şamê îsyan
29 adar, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li derdora Girtîgeha Navendî ya Edra dengekî zêde ya guleyan hatiye bihîstin, lê heta vê kêliyê sedema wê nehatiye zanîn. Li goriyê agahiyên SOHR’ê yên ku nehatine piştrastkirin, hin girtiyan hewl daye ji girtîgehê birevin an jî gule ji derve ve hatiye avêtin.

Di girtîgehê de nêzî 2 hezar girtiyên ku ji leşker û serbazên rejîma Baasê yên ji Iraqê vegeriyane pêk tên, hene.

SOHR’ê destnîşan kir ku pêwîst e aqûbeta zêdetirî 8 hezar girtiyên di girtîgehên Edra, Hema û Harim de were aşkerakirin. Zêdetirî 100 roj di ser girtina van kesan re derbas bûye û binpêkirinên weke êşkence û kuştinê zêde dibin.

(fr)