Amerîka hişyarî da hemwelatiyên xwe: Dibe ku di cejna Remezanê de êriş pêk bên

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî îhtîmala pêkanîna êrişên "terorane" li Sûriyeyê di rojên cejna Remezanê de hişyarî da hemwelatiyên xwe.

Amerîka hişyarî da hemwelatiyên xwe: Dibe ku di cejna Remezanê de êriş pêk bên
29 adar, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji ber pêkanîna êrişên "terorane" yên muhtemel li Sûriyeyê di rojên cejna Remezanê de hişyarî da hemwelatiyên xwe. Wezaretê destnîşan kir ku dibe ku ev êriş li dijî balyozxane, rêxistinên navneteweyî û saziyên giştî yên li Şamê pêk bên.

Wezaretê di daxuyaniyê de bang li welatiyên xwe kir ku ji ber xeteriyên ewlehî yên zêde neçin Sûriyeyê.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku dibe ku êriş takakesî an guleavêtin an jî bikaranîna cîhazên teqemeniyê bin.

(fr)