Li Ukraynayê 3 kes hatin kuştin

Di êrişa hêzên Rûsyayê de li gundekî nêzîkî bajarê Sumyê li bakurê rojhilatê Ukraynayê yek jê zarok 3 kes hatin kuştin.

Li Ukraynayê 3 kes hatin kuştin
24 hezîran, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê herêma Sumyê, Oleg Grigorov ragihand ku "hêzên Rûsyayê derengiya şev bi dronan gundek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatine kuştin."

Oleg Grigorov got, kuştî ji malbatekê ne ku ji dê û bav û zarokekî pêk tê.

Şaredarê herêma Xarkîvê, Igor Terekhov jî der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yên Telegramê weşand " Rûsyayê di şevekê de heft dron avêtine bajarê li bakurê rojhilatê Ukraynayê. Di êrişan de sê kes birîndar bûne."

 Waliyê Herêma Moskovê Andrey Vorobyov  jî diyar kir bi droneyekê avahiyek niştecihan hat bombekirin, di encamê de du kes birîndar bûn, yek ji wan rakirin nexweşxaneyê. Her wiha ragihand ku  30 jê zarok nêzîkî 100 kes ji avahiyê hatin derxistin.

Waliyê Moskovê da zanîn ku li asîmanê rojavayê paytextê 2 dronên din ên Ukraynayê hatin xistin bêyî ku zerar çêbibin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku wan êvarî  2 jê li herêma Moskovê, bi giştî 20 dronên Ukraynayê xistine.

(bb)