Wê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meş werin lidarxistin

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê sibe li bajarên kantona Cizîrê meş werin lidarxistin.

Wê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meş werin lidarxistin
24 hezîran, 2025   09:19
QAMIŞLO

Înisiyatîfên Gel a Kantona Cizîrê ya Ji Bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo û Dêrikê amadekariyên lidarxistina meşên girseyî dike.

Li gorî agahiyên ku me ji komîteyên amadekar girtine, li Qamişlo sibe (25`ê Hezîranê) meş tê lidarxistin. Meş saet di 18.00`an de ji Çerxerêya Osman Sebri dest pê dike û heta Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo dewam dike. Li bajarê Dêrikê jî 26`ê Hezîranê meş tê lidarxistin.

Endamên însiyatîfan bi rêya komînan banga tevlêbûna meşan kir.

Li bajarên din ên kantona Cizîrê jî dê di rojên pêş de meş werin lidarxistin.

(ekîb)

ANHA