‘Seraya Ensar El Sunna’ êrişa li dijî Dêra Mar Îlyas girt ser xwe
Koma ‘Seraya Ensar El Sunna’ êrişa xwekuj a li Dêra Mar Îlyas a li Şamê girt ser xwe.

Koma navê "Seraya Ensar El Sunna" li xwe kiriye, bi daxuyaniyekê êrişa xwekuj a li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya Şamê girte ser xwe. Di daxuyaniya komê de hate gotin ku êriş ji aliyê kesê bi navê Mihemed Zêneabidîn Ebû Osman ve hatiye kirin. Her wiha gefa êrişên din hate xwarin.
22’yê Hezîranê li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla êrişeke xwekuj hatibû kirin. Di encamê de bi kêmanî 25 kes şehîd bûbûn û 63 kes jî birîndar bûn.
Ji dîmen û wêneyên ku hatibûn parvekirin, wêraniya ku li hola sereke ya dêrê û hewşa wê dixuya.
(bb)