Hêzên Îsraîlê bi ser mal û dibistaneke gundekî Quneytirayê de girt
Hêzên Îsraîlê li gundê Qehtaniyê yê gundewarê Quneytirayê bi ser gelek malên welatiyan de girt, her wiha di dewama dibistanê de jî bi ser dibistana gund de girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Qehtaniyê yê gundewarê Quneytirayê hêzên Îsraîlê bi ser malên welatiyan de girtin û dest bi lêgerîn û kontrolkirinê kirin.
SOHR'ê diyar kir ku di dema dewama dibistana Qehtaniyê de jî, hêzên Îsraîlê bi ser dibistanê de girt. Di encamê de jî rewşeke tirsê di nav xwendekar û mamosteyan de derket.
Duh jî, hêzên Îsraîlê ji nişkê ve derbasî gundên Işe û Eseh ên gundewarê Quneytirayê bûn û bi ser malan de girtin.
(mh/fr)