Li Tişrînê berxwedana mezin: 4 êrişên çeteyan hatin têkbirin 

Şervanên YPJ û QSD’ê li derdora bendava Tişrînê, ji saetên serê sibehê ve 4 êrişên dijwar ên çeteyan têk birin û 4 tang, 2 seyareyên doçka, 2 seyareyên bi zirx û treksek hatin ruxandin. Gelek çete hatin kuştin.

18 ÇILE, 2026   15:19

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk ji serê sibehê ve bi awayekî dijwar êrîşi bendava Tişrîn û derdora wê dikin. 

Çeteyan bi tang, top û gelek cureyên çekên giran û bi hejmarek mezin a çeteyan êrişî avahiyên bendavê yên şêniyan, girê Sryatêl û bendavê bixwe kirin.

Komên çeteyan her wiha 4 caran ji gelek aliyan ve hewl dan ku bikevin bendavê û girê Sryatêl. Lê şervanên YPJ û QSD’ê her carê bersivên tund dan û derbeyên giran li çeteyan dan.

Li gorî agahiyan heta niha 4 tang, 2 seyareyên doçka, 2 seyareyek bi zirx û treksek hatin ruxandin.  Dîsa gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. 

(a)

ANHA