Li Tişrînê 10 tang hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund dane êrişên komên çeteyan û 10 tang, 2 BMB, 2 motorsiklet, 4 mewzî, 3 treks û seyareyek Toyota hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin.

18 ÇILE, 2026   15:45

Li gorî  agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk, saet di 11.30’an de bi çekên giran, seyareyên zirxî û çekên  giran êrişî gundên Heci Hisên û Şêx Mehşî yên li ser xeta gire Sryatêl kirin.

Li ser êrişê şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund dan û di encamê de 10 tang, 2 BMB, 2 motorsiklet, 4 mewzî, 3 treks û seyareyek Toyota hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin. Têkildarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahî nehatin zanîn.

(a)

ANHA