Desteya Rûspiyan li hember fitneyê hişyarî da û banga rawestndina êrişan kir

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên fitneyê hişyarî da. Desteyê bang li serokên eşîr û qebîleyan, rûspiyên eşîran, rewşenbîr û hemû beşên civakên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Ermenî û Tirkmen, û her weha pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku têkilî û girêdanên biratiyê biparêzin.

Desteya Rûspiyan li hember fitneyê hişyarî da û banga rawestndina êrişan kir
18 ÇILE, 2026   15:27
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî yên li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber navenda desteyê li bajarê Qamişlo ji hêla endamê desteyê Fuad Îbrahîm Paşa ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin "Bi navê Desteya Rûspiyan, ku nûnerên hemû pêkhateyên civakê yên Ereb, Kurd û Suryan di nav de ne, bang li hemû birayên xwe û hevkarên xwe yên li welêt dikin, ji serok û rûspiyên eşîr û qebîleyan bigire heta rewşenbîr û hemû beşên civakên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û yên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku têkiliya biratiyê û girêdanên dîrokî yên di navbera pêkhateyên civakê de, li ser bingeha biratî û hezkirinê, biparêzin. "

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dîrokê îspat kiriye ku şer tenê xwînrijandinê tîne, zimanê çekan, nikare neteweyek ava bike ger li dijî hevparên welat were bikar anîn.

Daxuyaniya Rûspiyan wiha bi dawî bû "Divê dirûşmeya me û peyama me ew be ku em li ser maseya diyalogê rûnin û Sûriyeyê ji hemû nakokî û karesatan diparêze. Em ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwazin ku guh bide zimanê aqil, dev ji zimanê çekan berde û berpirsiyariyên xwe yên neteweyî û dîrokî bigire ser xwe. Bijarteya yekem û ya dawîn divê aştî, diyalog, hevkarî û avakirina dewletek be ku her kes tê de wekhev be, bêyî cudahî an jî paşguhkirin. "

(k)

ANHA