Li Tirkiyeyê nîjadperestiya li dijî geştiyar û penaberan zêdetir dibe

Li Tirkiye  nijadperestiya li dijî penaber, geştiyar û niştecihan her ku diçe zêde dibe. Ev dide nîşandan ku AKP′ê vê nîjadperestiyê xurtir dike û nîjadperestan diparêze. Li hemberî vê yekê banga garantiya parastina geştiyar û penaberan bi taybetî zêde dibe.

Li Tirkiyeyê nîjadperestiya li dijî geştiyar û penaberan zêdetir dibe
17 mijdar, 2023   10:29
BEYRÛT
ZIYAD EBÛ XEZALE

Di demên dawîn de li Tirkiyeyê polîtîkayên nîjadperestiyê yên li dijî penaberên Sûriyeyê zêdetir bûye. Ev yek encamên pêngavên sorkirinê ye ku dezgehên çapemeniyê, medya dîjîtal û xîtabata nîjadperestiyê ye ku AKP′ê li dijî penaberan pêk tîne. Rojek derbas nabe bêyî ku nûçeyek der barê êrişa li ser sûriyeyî yan jî mal û dikanên de belav nebe. 

Ruxmî ku ev binpêkirin, li dijî madeya 10 a destûra Tirkiyeyê ye ku her kes li pêşberî qanûnê wek hev e û cudahî li ser bingeha ziman yan jî etnîk yan jî reng yan jî nasname yan jî fikr yan jî bawerî yan jî ol di navbera wan de tune ye.

Li gor madeya 216`an a qanûna cezayan a Tirkiyeyê,  cezayê kesên bi awayekî aşkera li dijî niştecihên xwedî taybetmendiniyên cuda sor dike, ji salekê heta 3 salan girtîgeh e.

Beşeke mezin a sûriyeyiyên li Tirkiyeyê, di wê baweriyê de ne ku desthilata Tirk di pêkanîna qanûnê û madeyên destûrê yên têkildarî nijadperestiyê de sist e, ji ber wê sûcên li dijî penaberan zêde dibin.

Penaberekî filistînî li Tirkiye ku nexwest navê xwe aşkera bike got: “Nîjadperestî nexweşiyeke xirab e, rêyeke bi tirs e ku bi heqaretê, bêdengkirin û guhendanê dest pê dike, ber bi şewitandina xelkê, tunekirina wan, şer û wêraniyê ve dirêj dike.”

Heman penaberî sedema vê nîjadperestiyê spart nebûna demokrasiyê û got: “Bi demokrasiyê em dikarin hev du fêm bikin. Bi çavên cûda li cîhanê binêrin. Lê heke ne wisa be, dê yê din bibe dijminekî muhtemel ku divê bêdengkirin, paşguhkirin, wêrankirin û heqerat lê were kirin. Nîjadperestiya di civakên mîna ya Tirkiye de ku demokrasî lê nîne, benzîn e ku dê agirê gur bike. Bi çirûskeke biçûk di şev û rojekê de dê veguhere agirekî mezin. Demokrasî û edalet hêmanên herî mezin ên vemirandina vê agirê ne.”

Rojnamevanek ji Sûriyeyê ku sala 2013`an penaberî Tirkiyeyê bûye anî ziman ku nîjadperestiya li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye û wiha dom da axaftina xwe: ′′Ev çend sal in me gelek cureyên wê, bi taybet a li dijî Kurdên elewî dîtin. Kurdên elewî neçarî koçberiyê dikin, ji ber ku Kurd in ji kar tên dûrxistin. Lê asta nîjadperestiyê wê demê ne bi qasî ya li dijî penaberan û koçberan bû. Li Tirkiyeyê penaber û koçber wekî berpirsên pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û heta pirsgirêkên tirafîkê têne dîtin. Mixabin, hestên nîjadperestiyê gelek fireh bûye.”

Beriya çend rojan dîmenê lêdana li geştiyarê ji Kiwêtî Mihemed Raşid El Ecemî li bajarê Trabzûn ê herêma Deryayê Reş li bakurê Tirkiyeyê di medya dîjîtal de bûbû trend û li ser asta siyasyî ya Tirkiye û Kiwêtê de bûbû cihê elaqeyê. Ev bûyer wekî êrişeke nîjdadî li dijî Erebên li Tirkiyeyê hate dîtin.

Li Stenbolê jî welatiyekî ji Mexribê  ji ber nakokiya bi ajokarê teksiyê  re hate kuştin. Piştî vê bûyerê li Mexribê û welatên kendavê, kampanyayên boykotkirina turzîmê li Tirkiyeyê  dest pê kirin.

Beriya wê jî, li navendeke niştecihiyê, bi sedema gengeşiya bi zarokekî Tirk re du zarokên ji Yemenê bi destê tirkan lêdan xwarin. Her wiha li Stenbolê li dikanekê di navbera geştiyarên ji kendavî û karkerên Tirk de alozî derket ku gihaşt asta lêdanê.

Di hefteya dawîn de jî, li herêma Taksîmê ya Stanbolê li xwaringehekê, welatiyên ji Misirê ku buhayê xwarinê îtîraz kirin, lêdan xwarin. Li Konya û Îzmîrê jî 3 sûriyeyî ji ber pevçûnan hatin kuştin.

Lê pirsa xwe dide pêş, li gel vê pêla sorkirina nefretiyê, gelo AKP`ê dê vê carê nîjadperestiya li dijî Ereban û Kurdan zêde bike. Gelo neçar e van bûyeran paşguh bike ji bo ku ji fişarên muxalefetê û gelê Tirk xilas bibe? Nemaze ku kiryarên li dijî biyaniyan di pêvajoya hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Gulana borî de zêde bûn, di heman demê de muxalefet dosyaya penaberên sûriyeyî û yên Ereb ên ku nasnameya tirkî wergiritne, wek kaxizeke zextê li dijî hikumetê bi kar anîn.

(şx)

ANHA