Rexneyên sûriyeyiyan ên li dijî qanûna efûyê rojeva rojnameyên erebî ye

Ronameyên erebî yên vê sibehê behsa qanûna efûyê ya Esad derxistiye, şerê Îsraîl-Hemasê û rewşa Sûdanê kir.

Rexneyên sûriyeyiyan ên li dijî qanûna efûyê rojeva rojnameyên erebî ye
17 mijdar, 2023   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê ′Sûriyeyî “qanûna Esad” rexne dikin′ nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku qanûna Esad derxistiye ji hêla sûriyeyiyên li derve ve hate rexnekirin. Li gorî rojnameyê, çavdêran anî ziman ku ew qanûn hemwextî biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya ku divê Sûriye ′yekser′ li dijî kiryarên îşkenceyê û dan û standina hovane ya li hember girtiyan bisekinîne û divê delîlên li ser îşkenceyê telef neke, hate derxistin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre pisporekî qanûnî, diyar kir ku xala herî girîng a ku di qanûnê de hatiye behskirin, ew e ku ew kesên bi yasaya terorê ya hejmar 19’an a sala 2012′an (li pey xwepêşandanên gel hatiye derxistin) ji derveyî wê hatine girtin. Ev tawan, ger ne li dijî hemûyan be jî, li dijî piraniya girtiyan e. Hinceta wê jî li dijî hikumeta Şamê derketine, da ku ew nekevin bin bandora tu biryareke efûyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku madeyên din ên qanûnê, li dijî trafîk û zimhêrê, muxalefetên hiştina karmendiya hikumetê bêyî îstîfakirineke fermî û sûcên cinayetê bûn. Ji bilî wê jî qanûn hate derxistin ku raya giştî bê xapandin ku girtî hatine berdan.

SERHIŞKIYA ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ DIBE SEDEMA BÊÇARESERIYÊ

Rojnameya El Ereb ragihand ku şîrovekar aşkera dikin ku radîkalbûna Îsraîl û Filistînê der barê çareseriyê de li pêş çareserkirinê dibe astengî, ne niştecihên ku propagandaya wê dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku lêkoler James Dorsey dibêje hikmên giran ên li her du aliyên şerê Îsraîl-Filistinê û şerê ku hestiyên mayîn, hêrs, tirs, mixabînî û tolhildanê tev digerîne, girêk e û axaftina li ser aştiyeke di pêşerojeke nêz de dûr e.

Çavdêran anî ziman ku êrişa Hemasê ya 7′ê Cotmehê û berteka Îsraîlê dê di pêşerojê de bibe sedema hişkbûna helwestên Îsraîlê û yên Filistînê.

METIRSIYÊN SÛDAN CAREKE DIN PARÇE BIBE, HENE

Der barê rewşa Sûdanê de hegemonyaya Hêzên Piştevaniya Lezgîn li herêma Darforê û pêşketina li herêmên din ên rojhilat ber bi Xertûmê ve metirsiyên îhtîmala welat piştî 12 salan ji qutbûna başûrê Sûdanê parçe bike, çêkirin.

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şîrovekar û dîplomatan, ne diyar e ka dê çawa Hêzên Piştevaniya Lezgîn herêma parçe bûye bi rê ve bibe.