Ji ber lêçûnên zêde cotkarên Til Temirê berê xwe daye çandiniya kevneşopî

Ji ber bihabûna sotemeniyê û zêdebûna lêçûnên çandiniyê, cotkarên Til Temirê berê xwe didin alav û awayên kevneşopî yên çandiniyê da ku lêçûnên çandiniyê kêm bikin.

7 cotmeh, 2026   05:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Piştî zêdebûna lêçûnên çandiniyê, bi taybet bilindbûna buhayên sotemeniyê, cotkar neçar man ku xwe bispêrin alavên çandiniyê yên kevneşopî û karên çandina bi destan da ku lêçûnên çandiniyê kêm bikin.

Li gundê El Feka ê Til Temirê, piştî zêdebûna lêçûna bikaranîna traktoran û bihabûna sotemeniyê û temîrkirina makîneyan, cotkarê bi navê Mihemed Asî El Derwîş bi destan û amûrên kevneşopî li erdê xwe dixetibe.

El Derwîş bi bêr û merbêran erdê xwe hildike û dixepêre da ku ji bo çandiniyê amade bike.

El Derwîş dibêje lêçûna ajotina donimeke erd digihêje nêzîkî 25 dolaran, ji bilî lêçûnên kirêkirina erdê, sotemeniyê û temîrkirina traktoran. Lewma wî berê xwe daye karê destan û bikaranîna amûrên hêsan da ku lêçûnên çandiniyê kêm bike.

BUHAYÊN SOTEMENIYÊ MESREFÊN ÇANDINIYÊ ZÊDE KIRIN

Sotemenî ne tenê bi çandina erdê ve sînordar e, lê her wiha xebitandina traktoran, makîneyên çandiniyê, alavên avdanê û veguhastinê jî hewceyî sotemeniyê ye. Ev tê vê wateyê ku buhayên bilind ên sotemeniyê bandorê li hemû qonaxên pêvajoya çandiniyê bike.

Ji bilî bihabûna sotemeniyê, her wiha peydakirina wê jî ji bo cotkaran pirsgirêkeke mezin e, ji ber ku mazota taybet a ji bo çandiniyê nehatiye benzînxaneyan û cotkar neçar in mazota bihatir bikirin.

MESREFÊN BILIND QADÊN ÇANDINIYÊ KÊM KIRIN

Bi zêdebûna mesrefên çandinî û çinînê re, hin cotkarên li Til Temirê neçar in vegerin awayên çandiniyê yên kevneşopî, her wiha neçar in ku qadên çandiniyê kêm bikin.

Li gundewarên Til Temirê, vegera li amûrên çandiniyê yên kevneşopî ji bo hin cotkaran bûye vebijêrekek neçarî. Lê di heman demê de deverên mezin ên çandiniyê di vê demsalê de bê çandinî mane, ji ber ku xwediyên wan nikarin barê lêçûnên zêde yên çandiniyê hilgirin.

(k)

ANHA