Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir

Tîmên Şaredariya Kobanê îro berê xwe da navçeya Şêxler ya li rojavayê Kobanê ji bo paqijkirina Şaredariya Şêxlerê û rêyan da ku careke din bikeve xizmetê.

Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
Şaredariya Kobanê dest bi aktîfkirina Şaredariya Şêxlerê kir
11 sibat, 2026   14:44
KOBANÊ

Di 18`ê Çileyê de êrişên li ser Dêr Hafirê dest pê kir û pişte şer belavî Tebqa, Reqê û deverên din bûbû. Di 20`ê Çileyê de dorpêça giran li ser Kobanê dest pê kir. Her wiha av, elektrîk, sotemenî, înternet û pêdiviyên jiyanê her ku diçe kêmtir dibin. Di vê dorpêçê de gelek saziyên ku xizmeta gel dikir ji xizmetê derketibûn. Bi taybet şaredariyên li gundên Kobanê hem ji ber dopêçê û hem ji ber êrişên çeteyan gelek zirar dîtibûn û ji xizmetê derketin. Yek ji wan jî Şaredariya Şêxlerê bû. 

Şaredariya Kobanê ji bo van şaredariyan bixin xizmeta gel, dest ji bo hewldanên sererastkirina wan kir.

Tîmên Şaredariya Kobanê îro ber bi navçeya Şêxler ya girêdayî bajarê Qinê re bi rê ket û Şaredariya Şêxler û rêyên wê paqij kirin da ku dîsa bikeve xizmetê.

Der barê vê mijarê de, hevşaredar û xebatkarên Şaredariya Gel a Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Hevşaredarê Kobanê Fewaz Ehmed diyar kir ku Şaredariya Kobanê berê xwe daye navçeya Şêxler da ku şaredariya bixe xizmetê û wiha got: "Ev demek e ji ber şerê li herêmê şaredariya li navçeya Şêxlerê ji xizmetê derketibû. Lê îro me xwest em bi aliyetên xwe yên şaredariyê werin vir da ku em şaredariyê paqij bikin û cihên ku hilweşiyabûn çêkin û rêyan paqij bikin."

Omar Heçikê jî got wan wek xebatkarê Şaredariya Gel a Kobanê berê xwe da Şêxlerê da ku rêyên wê paqij bikin û şaredariya wê careke din bixin xizmeta gel.

(sş)

ANHA