Li Tirbespiyê Pirtûkxaneya Şaha ya Xwendinê hat vekirin
Li bajarê Tirbespiyê Pirtûkaxaneya Şaha (Yana Xwendinê) li parka Kongra Star hat vekirin.
Bi beşdariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, saziyên Rêveberiya Xweser û xelkê bajêr vê êvar li parka Kongra Star Pirtûkxaneya Şaha ya Xwendinê hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de rojnamevan Alan Roj ê ku çavdêriyê li pirtûkxaneyê dike axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em spasiya her kesên beşdarî amadekirin û vekirina vê pirtûkxaneyê bûne, dikin."
Roj wiha domand: "Ji Tirbespiyê gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd derketin, di oxira civaka xwe de fedakariyên mezin pêkêş kirin. Em banga teşwîqkirina xwendinê dikin."
Her wiha rêvebera Kongra Star a kantona Qamişlo Rodîn Îsa destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo têkoşîna jina azad li tevahî cîhanê modela têkoşînê bû û destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Piştî pirtûkxane hat vekirin, beşdaran wek diyarî pirtûk xistin pirtûkxaneyê.
Şaha Sebîr Osman, dayika şehîd Rêwan Tirbespiyê ye. Ew ji yekemîn jinên bi tevlêbûna li Meclisa Malbatên Şehîdan û tevahî çalakiyên li kantona Cizîrê beşdarî Şoreşa Rojava bûye.
(fr)
ANHA