Kombenda Efrîn a Civakî êrişa li dijî Kaxirê şermezar kir
Endamên Kombenda Efrîn a Civakî li kantona Cizîrê sûca ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî kirine, şermezar kir.
Kombenda Efrîn a Civakî ji bo şermezarkirina sûca hovane ku çeteyên ʹEmşatʹ li dijî jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî pêk anîne li pêş navenda xwe ya li Qamişlo daxuyaniyek da.
Endama kombendê Rojbîn Îbiş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê sûcên hovane li dijî xelkê Efrîna dagirkirî pêk tînin, herî dawî jî çeteyan li dijî xelkê gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî sûcên revandin û lêdana li dijî jinan û ferzkirina peryan ji bo mewsima zeytûnan pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku duh, çeteyên Firqet Sultan Silêman Şah (Emşat) bi ser gundê Kaxirê de girtin, gule li xwepêşandana jinan a li gundê barandin, di encamê de gelek jin birîndar bûn û gelek mêr hatin girtin.
Kombendê di dawiyê de got ew van sûcên li dijî xelkê Efrîna dagirkirî şermezar dikin û bang li aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan û jinan dikin ku bi erkên xwe li hember van binpêkirinên berdewam rabin.
(fr)