TAJÊʹyê sûcên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin

TAJÊʹyê sûca ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî kiriye, şermezar kir.

TAJÊʹyê sûcên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin
16 îlon, 2024   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji şeva berê ve, piştî li jinên gund ên ku xwepêşandan li hember siyasetên wan li dar xistine da, gundê Kaxirê dorpêç kiriye.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de êrişa li dijî jinên li gundê Kaxirê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derkevin.

Di daxuyaniya TAJÊʹyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavên cıvata navneteweyî û rêxistinên îdiaya mirovahiyê dikin sûcên hovane li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî pêk tînin.

Di daxuyaniyê de TAJÊʹyê berxwedana xelkê Efrînê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê silav kir û diyar kir ku ew ê tevahî şêweyên piştgiriyê pêşkêş bikin.

(fr)