Li Til Temirê plansaziyên ji bo pêşîlêgirtina azarên ji ber kêmbûna elektrîkê
Bi hatina demsala havînê re pêdiviya xelkê ya elektrîkê zêde dibe. Ji bo peydakirina pêdiviyên rojane, navenda elektrîkê ya Til Temirê planeke awarte bi cî dike. Ev plan ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ve hatiye amadekirin.
Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û gundên derdora wê di dawiya sala 2019’an de, dewleta dagirker êrişên xwe li dijî xelkê herêmê zêde kirin. Ji bo koçberkirina şêniyên herêmê ava bîrên Elok birî û stasyonên elektrîkê bombebaran kirin, ji ber wê bi hezaran şênî bê av û elektrîk man û rewşa mirovî her ku diçe giran dibe.
Di van polîtîkayan de qutkirina ava bîrên Elokê û hedefgirtina santralên elektrîkê û xetên voltaja bilind jî hebûn. Ev yek jî bûye sedema qutbûna elektrîk û avê ji bo bi hezaran sivîlan û rewşa mirovî girantir dike.
Ajansa me rewşa dijwar a şêniyên Til Temirê şopand ku rojane ji bo debara jiyanê astengiyan dikişînin. Tevî vê yekê jî şênî tekez dikin ku ew ê cihê xwe bernedin û li dijî hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo koçberkirina wan li ber xwe bidin.
Şêniyên bi navê Umer Xelef El Xidir ê ji Til Temirê got: "Bi hatina havînê re roj bi roj derdên me zêde dibin. Ji ber bombebarana dewleta Tirk a li ser xet û santralên elektrîkê (kehrebe) 4 meh e em bê kehrebe ne.”
El Xidir behsa pirsgirên sewalvaniyê kir û got: "40 serî pezên min hene, dema ku pêdiviya min bi avê çêdibe, ez neçar dibim tenkereke avê bi bihayê 30 hezar lîreyên sûrîiyeyê bikirim. Ev yek barê malbata min giran dike. "
Fatma Fewaz Îbrahîm zehmetiya rewşê anî ziman û got: "Ji dema dagirkirina Serê Kaniyê û vir ve, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker em ji av û elektrîmê bê par mane. Rewşa me ya aborî gelekî xerab e û em nikarin alternatîfan peyda bikin.”
Şêniyê bi navê Masûm Berfîn jî got: "Ev 4 meh in kehrebe li ba me qubûyî ye û ev yek jî bandoreke neyînî li jiyana me dike. Dagirkeriya Tirk polîtîkayên qutkirina av û elektrîmê bi kar tîne ji bo em mal û warên xwe berdin. "
XEBATÊN NAVENDA ELEKTRÎKÊ YA TIL TEMIRÊ
Hevserokê Navenda Elektrîkê ya Til Temirê Emîn Musqelî tekez kir ku çareserkirina êş û azarên şêniya erka wan a sereke ye. Her wiha destnîşan kir ku tîmên navenda elektrîmê nikarin xwe bighînin cihên ku ziyan li wan bûye da ku sererast bikin, ji ber ku ew dever nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ne.
Her wiha got: "Di mehên dawî de, navendê her hefte du saetan elektrîkê da şêniyan weke çareseriyeke lezgîn, niha jî piştî hewildanên dijwar, me karî hinekî rewşê bi rêya sistemeke belavkirinê baştir bikin ku em rojekê elektrîkê didin rojekê qut dikin heta ku xebatên sererastkirinê bi dawî bibin. "
PLANA DESTEYA ENERJIYÊ YA JI BO SERASTKIRINA ZIYANAN
Musqelî da zanîn ku Destya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ji bo sererastkirina binesaziya elektrîkê ya bajêr planeke berfireh amade kiriye, di nav de sererastkirina ziyanên giran ên xetên voltaja bilind ên ku ji ber bombebarana dewleta Tirk wêran bûne. Her wiha sererastkirina santrala elektrîkê ya Til Temir ku di encama êrişên rasterast de hema hema bi tevahî wêran bûye.
TEVÎ ZEHMETIYAN JÎ BERXWEDAN
Tevî şert û mercên zehmet û dorpêça giran a li ser bajarê Til Temirê û gundewarên wê jî, şêniyên bajêr li ser birayara jiyan û berxwedanê ne û serî li hember hewldanên dagirkeriya Tirk natewînin. Tevî berdewamkirina binpêkirinan jî, biryardariya şêniyan weke hêmaneke sereke ya berxwedana gel derdikeve pêş.
(k)
ANHA