Banka Sûriyeyê di nava aloziyê de ye; depozîtor bawerî winda kir

Banka Navendî ya Sûriyeyê biryarên tevlihev da û cudahî xist nava depozîtorên nû û yên kevn de, wê jî windakirina baweriyê kûr kir û pêleke hêrsê di nava gel de, ligel berdewama ragirtina diravî bêyî tu hincetan derxist.

Banka Sûriyeyê di nava aloziyê de ye; depozîtor bawerî winda kir
14 gulan, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navendî ya Sûriyeyê di dayîna biryaran de rewşeke tevlihev dijî, herî dawî jî ji bo depozîtorên nû siyasetên xistina pere û kişandina wan hatin derxistin. 

Piştî çend salan ji ragirtina diravî û mehrûmkirina depozîtoran ji bo bikaranîna pereyên xwe, Banka Navendî ya Sûriyeyê vê dawiyê biryarek da û ji bankyana xwest ku welatiyên xwedî hesabên fînanseyê neqdî dikin û xwedî hesabên ji bo hemû diravan, ku piştî 7'ê Gulana 2025'an de pere xistine bankê, dikarin bêyî sînoran pereyên xwe yên bi hemû diravan bikişînin.

PÎVANÊN DURÛTÎ

Çavdêran diyar kir ku ev biryar nîşan dide ku depozîtorên kevin hatin paşguhkirin û durûtiya pîvanan xurt dike û îmtiyazan dide depozîtorên nû û yên kevin jî ku nikarin lîreyekê ji resîdên xwe bikişînin mehrûm dike.

Gelek depozîtorên kevin bi tinazî pirsiyar kir ku ger ku "ew çîçikên werdeka reş in" û depozîtorên nû "çîçikên werdeka spî ne", ger na, çima ew ji kişandina pereyên bi salane ji bo wan westiyane mehrûm in?

BIRYARÊN NEFAMKIRÎ

Wezîra berê Lemya El Asî der barê biryara bankê de li ser hesabê xwe yê Facebookê got ev biryar ne famkirî ne..tenê depozîtorên nû dikarin piştî 07.05.2025’an pereyên xwe ji bankan bikişînin baweriya bi pergala Bankê ya Sûriyeyê xurt nake.

Lema diyar kir ku tiştê herî kêm ku depozîtor dikarin hîs bikin ew e ku ev biryareke bêserûber û nerewa ye. Tiştê hemû li bendê ne ew e ku deriyê kişandina perweryan bi awayekî hêdî û giştî ji bo tevahî depozîtoran were vekirin, ji ber ku pere xwedî heman nirx e, çi xistina bankê di demeke berê yan jî nû de be.

BANKA NAVENDÎ NE DI SERDEMA REJÎMA BAAS DE NE JÎ ÎRO KARIBÛ BAWERIYA WELATIYAN BISTÎNE

Welatî pirsiyar dikin ku gelo wê siyaseta Banka Navendî, piştî vê gava ku cihê nîqaşê ye, ber bi ku ve biçe. Her wiha hêviyên wan ên pêşketina rewşê di dema nêzîk de, digel ragirtina pereyan di bankan de û di heman demê de hin beşên din jî dikarin pereyên xwe bikişînin.

Li gorî rastiyê, Banka Navendî ne di serdema rejîmê de, ne jî îro karibû baweriya welatiyan bistîne. Îro xuya dibe ku ew bawerî bi carekê nemaye nexasim piştî têkçûna aborî û têkçûna pergala darayî.

Ji ber wê jî, êdî rewşa bankan li Sûriyeyê ne aram e û dibe ku hîn xerabtir bibe, bi taybetî ji ber ku desthilata Şamê der barê van biryaran de tu daxuyaniyan nade û pirsên welatiyan bê bersiv dihêle.

(mh/fr)

ANHA