Çekdarên Şamê bi ser malên Humsê de girtin û hemwelatî destgîr kirin

Komên çekdar û yên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê li bajarê Humsê û gundewarê wî bi ser malên welatiyan de girtin û hemwelatî destgîr kirin.

Çekdarên Şamê bi ser malên Humsê de girtin û hemwelatî destgîr kirin
13 gulan, 2025   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê li taxa Muhacirîn, her du kolanên Bêt El Tewîl û Mihemed Telo yên bajarê Humsê bi ser malên hemwelatiyên de girtin. Di dema destgîrkirina kesekî de guleyên bêserûber hatin avêtin û jinek birîndar bû.

SOHR'ê diyar kir ku çekdaran di dema serdegirtina malan de gotinên mezhebperestî hatin kirin, wê jî di navbera welatiyan de hêrs û tevliheviyek çêkir. Ev serdegirtin heta saet 04:30 sibehê de dewam kir û di nava niştecihan de tirs û xof çêkir.

Di heman mijarê de, li taxa Ermen li kolana Hena Bin Masewiyê jî hemwelatî, di nav dijûn û gotinên mezhebperestî de hatin destgîrkirin. Li taxa Muhacirîn jî endamên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê dema ku li kesekî digeriyan gule li deriyê mala wî barandin. Di encamê de keçek birîndar bû. Piştre hat zanîn ku ew kesê ku lê digeriyan tune bû.

Li aliyekî din jî, hêzên "Ewlekariya Giştî" bi ser gundê Sabitiyê yê gundewarê Humsê ku piraniya niştecihên wî Şîî û Elewî ne, de girt û 16 kes girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî SOHR'ê ew hemwelatiyên hatine girtin berê "lihevkirin" anku "Teswiye" çêkiribûn û hîn sedema destgîrkirina wan nediyar e, lê heta niha sedemên destgîrkirin an jî tohmetên ji bo wan ne diyar in û di nava niştecihan de tirs û fikarek heye.

(mh/fr)