Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin

Di çarçoveya pêşxistina mekanîzmayên xebata hevbeş û şopandina bicihkirina plansazî û nirxandina performansa giştî ya hevserokên saziyan de, Konferansa Sîstema Hevserokatiyê li Til Temirê hat lidarxistin.

Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
Li Til Temirê pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin
12 tîrmeh, 2025   14:53
HESEKÊ

Bi armanca pêşxistina sîstema rêveberiyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, Kongra Star Konferansa Sîstema Hevserokatiyê li dar xist. 

Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê li Hola Kinêr a bajêr, bi tevlêbûna hevserokên meclis û komînan, nûnerên desteyên rêxistinên xizmetguzarî, kesayetên civakî yên ji Til Temir û Zirganê, hat organîzekirin.

PLATFOMRA DIYALOG Û HEVKARIYÊ

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman axaftina destpêkê kir û diyar kir ku konferans weke platforma pevguherîna fikir û pisporiyan, yekkirina kedan di nava saziyan de ye.

Di civînê de raporên performansa hevserokatiyên hevbeş weke destkeftî, projeyên sekinîne û sedemên sikinandina wan hatin nîqaşkirin.

Hat gotin ku rola komîn girîng e, ji ber ku ew şaneya civakê ya bingehîn e, li aliyekî din jî hat gotin divê hevkariya di navbera deste û meclisan de were xurtkirin.

Beşdaran li ser girîngiya sîstema hevserokatiyê di bicihanîna rêgeza beşdariya wekhev a di navbera jin û mêran de, û misogeriya temsîlkirina tevahî pêkhateyan civakê nîqaş kirin.

NÎQAŞ Û PÊŞNIYAR

Di konferansê de nîqaşên berfireh hatin kirin û gelek pêşniyarên ji bo rûbirûbûna zehmetiyên li pêşiya rêveberî, weke pêşxistina rêxistinbûyîna xebata rêveberî li gorî pêdiviyên merheleyê, avakirina komîteyên şopandina misogeriya bicihanîna projeyan û çavdêriya performansê, pêşxistina hişmendiya civakî têkildarî rola hevserokatiyê de, hatin kirin.

Di dawiya konferansê de encamname hatin dayîn. Di encamnameyan de hat gotin ku divê plansaziya xebata nîvê salê were amadekirin, projeyên girîng werin diyarkirin, hevkariya di navbera meclis û komînan de ji bo rûbirûbûna zehmetiyên xizmetguzarî werin geşkirin, atolya û perwerdeyên dorveger ji bo hevserokatiyan werin birêxistinkirin ku jêhatiyên rêveberiyê werin bilindkirin.

Konferans di atmosfereke geşbîniyê de bi dawî bû, beşdaran diyar kir ku Til Temir modelek xebata kolektîf bimîne, û rêveberiya hevbeş kevirê bingehîn ê avakirina civatek aram û hevseng temsîl dike.

(fr)

ANHA