Ji bo aktîfkirina komîteyên komînan li Şedadê civîn

Meclisa Bajarê Şedadê ji bo aktîfkirina komînan û pêşxistina peywendiyan di navbera şênî û saziyan de, li gorî pergala nû civînek ji komînan re li dar xist.

12 tîrmeh, 2025   16:06
HESEKÊ

Di çarçoveya gavên Rêveberiya Xweser ên pêşxistina xebata rêveberî û xurtkirina rola civakan de, Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rêveberên meclisê û nûnerên sazî û komînan amade bûn. Armanca civînê aktîfkirina komînan li gorî biryara Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya 28ˊê Hezîrana 2025ˊan e.

Civîn li hola meclisê hat lidarxistin û bal kişand ser girîngiya aktîfkirina rola komînan di xizmetkirina taxan û birêxistinkirina kar û barên şêniyan ên rojane de. Da ku bê misogerkirin ku xizmetguzarî bi awayekî aktîf bigihêjin taxan, plan û biryar bikevin pratîkê.

Beşdaran diyar kir ku pêwîst e ji nû ve komîte di hundirê komînan de werin avakirin, endamên nû yên ji sazî û civakê tev lê bibin, da ku zelalî were bipêşxistin û asta performansa rêveberî û xizmetguzariyê were başkirin.

Der barê mijarê de, rêveberê meclise Hesen El Muxlif anî ziman ku aktîvkirina komîteyan wê bi xêra bandorekê erênî ya başkirina xizmetguzariyan bîne û destnîşan kir ku avakirina navendên komînan di beşên cuda de, li kêlek komînên berê girîng e, ji bo ku gihandina xizmetguzarî û berfirehkirina hîma beşdariya civakî were hêsankirin.

El Muxlif aşkera kir ku xebata bi ruhê komî û hevkariya giştî di nava tevahî beşan de pir girîng e, ji ber ku proje bi hêsanî pêk tên û plan bi kalîteya bilind û di demeke guncaw de tê bicihanîn.

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û berpirsê Komîteya Birêxistinkirina Komînan Yûsif El Dahir li ser girîngiya jinûve sazkirina komînan û birêxistinkirina wan bi awayekî aktîv ku ew hêmaneke bigehîn a rêveberina civakê ye, axivî.

El Dahir diyar kir ku komîn di pêşxistina beşdariya gel û misogeriya temsîlkirina adilane ya ji bo niştecihên taxan re xwedî roleke girîng e. Ev yek têkiliyên civakî xurt dike û geşepêdaneke mayînde ya li ser têkelbûna di navbera şênî û desteyên rêveber de pêk tîne.

Di dawiyê de komîna gundê El Muşeweh wek naveda komînan a xeta Xerbî ya Şedadê de hat diyarkirin û Mihemed El Xilêf bû hevserokê vê navendê û wê piştre hevseroka jin jî dê were hilbijartin.

(fr)

ANHA