Li taxek Hesekê jineke ciwan hat qetilkirin

Li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jineke ciwan a 19 salî hate qetilkirin. Hêzên Ewlekariyê der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kir.

Li taxek Hesekê jineke ciwan hat qetilkirin
12 tîrmeh, 2025   14:53
HESEKÊ

Îro li bajarê Hesekê jineke ciwan a bi navê R.E. a 19 salî, li taxa Xiwêran a bajêr bi guleyek damanceyê, ji aliyê kesekî nediyar ve hat qetilkirin.

Hêzên Ewlakariya Hundirîn çûn cihê bûyerê, dest bi lêkoînê kirin.

Rêxistina Sara ya Dijî Tundiya li ser Jinan dê îro der barê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

(k)