Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Til Temir Meclisa Malbatên Şehîdan 71 şehîd ku di nav wan de nûçegihanê ajansa me şehîd Saed El Ehmed hebû bi merasîmekê bi bîr anîn, di merasîmê de girîngiya domandina rêya şehîdan hat vegotin, hat destnîşankirin ku divê hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê bê berdewamkirin, xebatê ji bo aştî, wekhevî û jiyana hevbeş jî bê dewamkirin.

Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 71 şehîd hatin bibîranîn
13 cotmeh, 2026   14:04
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temir ji bo bîranîna 71 şehîdan, di nav wan de nûçegihanê ajansa me Şehîd Saed El Ehmed, li hola Şehîdan a li bajêr bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û hejmarek ji endamên ajansa me merasîmê bîranînê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê malbatên şehîdan, bavê nûçegihandê me Şehîd Saed El Ehmed, Mihemed Seîd El Ehmed axivî û da zanîn ku berdêlên ku şehîdên wan dane, ji bo hemû pêkhateyên herêmê bû, armanca wan avakirina welateke bê cudekarî û dûrxistin a ji bo gelê Kurd, Ereb û Suryan-Asûrî û gelên dîtir e.

El Ehmed destnîşan kir ku gelên li herêmê bi hev re bi salan jiyan kirin û berpirsyartiya jiyana hevbeş parastin.

El Ehmed bal kişand ser hewildanên derxistina fitne û kînê di navbera gelê herêmê de û hişyarî da.

El Ehmed bang li hişmendiyeke baş û berpirsyariya li hemberî gotin, helwest û kirinan kir, da zanîn ku wefadariya bi şehîdan re ne tenê barandina hêsir û gotina sloganan e, ew divê rêwîtiya şehîdên xwe bidomînin, civakê ji parçebûnê biparêzin, hezkirin û biratiyê belav bikinm, beşdariya hemû pêkhateyan di saziyên li herêmê de pêş bixin.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bajarê Til Temir Hedle Yûnis axaftinek kir û bal kişand ser berdêlên ku şehîd dane, diyar kir ku divê li hemberî ked û berxwedana şehîdan rêzdarî hebe, her kes bi maf û nirxên ku şehîd dane girêdayî bin.

Merasîmê bîranînê bi pêşandana wêneyên 71 şehîdan bi dawî bû.

(sb)

ANHA