Li bajarê Palmîrayê teqîn çêbû

Li bajarê Palmîrayê yê girêdayî Humsê teqîn çêbû û balafirgehên şer li ser herêmê digerin.

Li bajarê Palmîrayê teqîn çêbû
13 cotmeh, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî li bajarê Palmîrayê yê girêdayî parêzgeha Humsê teqîn çêbû û balafirên şer li ser herêmê digerin û cihê hedef hatiye girtin dikeve rojvayê bajarê Palmîrayê. 

Çavkaniyeke dîtir jî got teqîn di encama hedefgirtina depoyeke cebilxaneyê rûdaye û ev depo jî dikeve rojavayê bajarê Palmîrayê.

Têkildarî teqînên li bajarê Palmîrayê û ziyanên hatine dîtin hîna tu agahî nehatiye belavkirin.

Meha borî (îlonê) 5 teqîn li Sûriyeyê rûdan û di van teqînan de depoyên çek û cebilxaneyê yên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz hadef hate girtin.

Ev teqîn bajaroka Beniş û Sermeda yên Idlibê, li El Demîr a Şamê, Eyaş li gundewarên Dêra Zorê û El Îs li gundewarên Helebê çêbû.

(np)