Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyan li gundên Til Şamiram, Medîne, Til Hurmuz û Um Mesamîr ên Til Temirê hejmarek şewat vemirand. Ji ber şewatan zirar bi 65 donim genim û 10 donim darên zeytûnê bû.

Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
9 hezîran, 2026   19:29
HESEKÊ

Li Til Temirê, tîmên agirkujiyê û şêniyan hejmarek şewatên li deverên cuda derketine vemirandin.

Li gundê Til Şamiram ê başûrê Til Temirê 5 donim genim şewitî. Lê tîmên agirkujiyê û şêniyan şewat kontrol kir û nehişt bi erdên derdorê bikeve. Li gundê Medîne yê rojavayê Til Temirê jî şewatek mezin çêbû, di encamê de nêzî 50 donim genim şewatê û 10 donim darên zeytûnê şewitî.

Li gundê Til Hurmuz ê başûrê Til Temirê jî nêzî 10 donim genim şewitî. Tîmên agirkujiyê û şêniyan beriya şewat bi erdên derdorê bikeve kontrol kir. Li gundê Um Mesamîr ê rojavayê bajêr jî şewatek derket, tîmên agirkujiyê û şêniyan vemirand.

Hemwextî bilindbûna pileyên germahiyê û zêdebûna xeteriyên derketina şewatan, tîmên agirkujiyê li Til Temirê di rewşa amadebûnê de ne.

(fr)

ANHA