Li herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi çinîna genim bû

Cotkarên herêma Aliyan a Çilaxayê ya Cizîrê dest bi çinîna mewsima genim kir.

Li herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi çinîna genim bû
Li herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi çinîna genim bû
Li herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi çinîna genim bû
Li herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi çinîna genim bû
9 hezîran, 2026   19:22
QAMIŞLO

Îro, cotkarên ji gundê Abîre yê herêma Aliyan a bakurê Çilaxayê, hemwextî berdewama çinîna ceh û bêhnxweşan ku ji Hezîranê ve dest pê kiriye, dest bi çinîna genim kir.

Li gorî şêniyên herêmê, îsal hilberîna genim baş e. Her hêktarek di navbera 23 heya 45 tûr berhemê dide. Ev jî li gorî herêman dimîne.

Ligel başbûna hilberînê, cotkaran destnîşan kir ku zehmetiyên wan ji ber kêmbûna bihayên kirînê dewam dikin. Cotkaran anî ziman ku bihayê kirîna bi 43 centan ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin ne adil e, diyarkirina bihayê ceh jî ne adil e.

Şêniyan da zanîn ku bilindbûna lêçûna çandinî û çinînê li ser cotkaran barekî mezin e.

(fr)

ANHA

ر