Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan

Bi destpêkirina betlaneya havînê re, Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê dest bi kursên perwerdeyê kir.

Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
Kursên havînê ji bo pêşxistina behreyên zarok û ciwanan
10 hezîran, 2026   06:40
QAMIŞLO
KINAN EL SEYID

Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarê Rimêlanê dest bi kursên xwe yên havînê yên salane kir ku dersên hunerî û çandî ji bo zarok û ciwanan tên dayîn.

Di bernameya kursan de, perwerdeyên muzîkê, stranbêjî, şano, wênesazî û govendên gelêrî hene. Kurs bê pere tên dayîn da ku ji bo zarok û ciwanan derfetan peyda bikin ku di betlaneya havînê de sûdê jê wergirin.

Ji rêveberên Navenda Aram Tîgran Elî Umer diyar kir ku navend van kursan salane di destpêka havînê de vedike. Umer destnîşan kir ku her kursek bi qasî 6 mehan dom dike ku di hefteyê de 2 rojan ders tên dayîn.

Umer da zanîn ku hejmara şagirtan ku di kursan de qeydkirî ne, heta niha gihaştiye 85 şagirtan, her wiha destnîşan kir ku qeydkirin ji bo kesên ku dixwazin beşdarî bernameyên perwerdehiyê bibin hîn jî vekirî ye.

Umer diyar kir ku armanceke navendê jî parastina çanda kurdî û nasandina nifşan bi vê çandê ye. Umer got: "Em hewl didin jêhatîtiyên hunerî yên zarok û ciwanan nas bikin û bi pêş bixin, di heman demê de ji bo wan cihekî peyda bikin da ku behremendî û afirîneriya xwe nîşan bidin û girêdana xwe bi çand û nasnameya civaka xwe ve xurt bikin."

Tevgera Çand û Hunera Mezopotamya ya Rojava (TEV-ÇAND) ji destpêka vê Hezîranê ve dest bi kursên perwerdeyê yên tayabet bi zarokan kir. Kursên ji mûzîk, govend, wênesazî û şanoyê pêk tê, di heya dawiya Îlona îsal bi dawî bibin.

(k)

ANHA