Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in

Şêniyên bajarê Til Brakê ji ber germahiya havînê ya dijwar, derfetên kêm û xirabûna binesaziyê di peydakirina ava vexwarinê de gelek zehmetiyan dikşînin, bajar wekî çavkaniya sereke xwe dispêre stasyona Til Azan. Lê tevî zehmetiyan, tîma beşa avê hewlên xwe didomîne da ku pirgirkê çareser bike, di heman demê de şêniyan daxwaza berfirehkirina tora avê û kolandina bîrên nû dikin.

Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in
Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in
Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in
Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in
Li Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in
5 tîrmeh, 2025   07:50
HESEKÊ
AMIR EL EZAWYÎ

Bi hatina havînê û bilindbûna pileya germahiyê re, pêdiviya ava vexwarinê li bajarê Til Birakê yê  kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê du qat zêde dibe. Ev yek jî zehmetiyên ku Daîreya Avê ya Şaredariya Gel pê re rû bi rû ye, nemaze ji ber derfetên kêm, kêmbûna kehrebê, berfirehbûna bajaran û destdirêjiya li ser xetên avê.

STASYONA TIL AZAN ÇAVKANIYA SEREKE YA AVÊ YE

Bajar bi giranî xwe dispêre stasyona avê ya Til Azan, ku li bakurê rojavayê Til Brakê ye, heşt bîrên kûr li wir hene û bi rêya toreke berfireh a boriyan avê didin bajar û deverên derdorê.

Her wiha bîrên avê ji bo dagirtina depoyên avê yên ku ji gundên dûr û deverên ku ji hêla torên avê ve nayên xizmetkirin têne bikar anîn.

Li gorî serokê beşa avê yê Şaredariya Gel a Til Birakê Ednan Mihemed, stasyon rasterast avê ji zêdetirî 34 tax û gundan re dabîn dike, her wiha 104 gundên bşûr û rojava, bi rêya tankerên avê yên şaredariyê avê dighînin wan. 

TÎMÊN AWARTE 24 DEMJIMÊRAN DIXEBITIN

Ednan Mihemed diyar kir ku tîma awarte ya beşa avê bi şev û roj dixebite, ji bo sererastkirinê tavilê tedbîran digire avê peyda dike, nemaze di mehên havînê de, misoger dike.

Ednan anî ziman ku ew di dema havînê de zehmetiyan dikşînin, lê ji bo şênî bê av nemînin ew her tim kar dikin û di amadebaşiyê de ne.

ZEHMETÎ JI 2004’AN VE ZÊDE DIBE

Tevî zêdebûna hijmara şêniyan û berfirehbûna bajarê li Til Brak, ji sala 2004’an û vir ve stasyona Til Azan nehatiye nûjenkirin an berfirehkirin, ji ber vê yekê kapasîteya hilberînê ya stasyonê têrê nake, bi taybet di havînê de.

Rojane kehirebê heta 12 saetan li ser istasyonê qut dibe, ev jî rê li ber xebitandina pompên bîran digire û karîgeriya peydakirina avê ji bo şêniyan kêm dike.

Her wiha, kêmbûna tankerên avê, bi taybetî yên ku ji bo gundên li başûrê hatine veqetandin, zehmetiya dabînkirina ava vexwarinê ji bo şêniyan zêde dike. 

ASTA AVÊ PIR BAŞ E... LÊ DERFET KÊM IN 

Tevî zehmetiyan, lêkolînên biyolojîk ên ku ji hêla komîteyên pispor ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hatine kirin, piştrast kir ku asta avê li stasyona Til Azan pir baş e û ji firehbûnê re vekiriye. Pisporan 72 demjimêran li pey hev bîr şopandin û asta avê kêm nebû, ev yek jî îhtîmala kolandina bîrên din xurt dike.

DAXWAZÊN LEZGÎN JI BO BAŞKIRINA XIZMETGUZARIYÊ

Ednan Mihemed daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kir ku bîrên nû li stasyona Til Azan bikolin da ku kapasîteya hilberînê zêde bibe, û li gundên ku şêniyên wan zêde ne wekî Qurdîs, Koşo û Derca, bîrên kûr bikolin da ku zexta li ser bajêr sivik bibe. Her wiha xwest ku hijmara tankeran were zêdekirin, ji bo xizmetkirina gundên dûr.

 (ac)

ANHA