Li Tengava Hurmizê balafirek bêmirov hat xistin

Supayê Pasdarên Îranê ragihand ku wan li rojhilatê Tengava Hurmizê balafirek bêmirov ya ji cûrê MQ-1 ya Amerîkayê xistine xwarê.

Li Tengava Hurmizê balafirek bêmirov hat xistin
29 cotmeh, 2026   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Supayê Pasdarên Îranê ragihand ku wan li Rojhilatê Tengava Hurmizê, li nêzî bajarê Sîrîk ê li başûrê Îranê, balafirek bêmirov ya ji cûrê MQ-1 xistine xwarê.

Li aliyê din Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryavanî ya Brîtanyayê jî ragihand ku wan agahî wergirtine li Tengava Hurmizê bi dûriya 9 mîl li bakurê bajarê Heseb yê Omanê keştiyek hatiye hedefgirtin.