Rûsyayê 613 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Moskovê ragihand ku wan 613 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Dan û standinên Rûsya û Ukraynayê jî hîna ne diyar e dê kengî dest pê bikin.

Rûsyayê 613 dronên Ukraynayê xistin xwarê
29 cotmeh, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Moskovê Sergei Sobyanin da zanîn ku Rûsyayê îro (pêncşem) 613 dronên Ukraynayê ku Moskov kirine hedef, anîne xwarê. Rayedarên Ukraynayê jî got Rûsyayê êrişî bajarê Xarkîv ê Ukraynayê kiriye û ziyan gihandiye saziyên perwerdeyê yên bajêr.

Dezgehên çapemeniya Rûsyayê jî li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got Rûsya li Deryaya Reş keştiyeke Ukraynanê ku destek dida artêşê, bombebaran kiriye.

Di aliyê siyasî de jî hîna ne diyar e ku dan û standinên Rûsya, Ukrayna û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kengî dest pê bikin.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov destpêkirina dan û standinên Rûsya û Ukraynayê bi pêşveçûnên li Rojhilata Navîn ve girê dan. Ushakov got Moskov ji bo dîroka civînê hîna pêşniyar nekirine. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî pêşniyar kiriye ku di navbera 6-10`ê Mijdarê de civîn li Ebû Zebî were lidarxistin.

Rayedarekî Rûsyayê destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn niha derfetê nade ku dan û standin di navbera Rûsya û Ukraynayê dest pê bike û şert û mercên siyasî û leşkerî ne guncaw in. Heman rayedar diyar kir ku wan nîqaş nekiriye ji Ewropayê jî tev lê dan û standinên Rûsya û Ukraynayê bibe û tenê dê nûnerên Rûsya, Ukraynayê û DYA`yê dan û standinê bikin.

(np)