Li Tebqayê têkildarî tundiya li ser jinan şano
Di çarçoveya çalakiyên 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi navê ˋXistinˋ şanoyek pêşkêş kir.
Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de û bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêze", Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê şanoyek bi navê ˋXistinˋ li ser dika şehîd Mesna Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, pêşkêş kir.
Şano bi beşdariya şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya yên kantonê, hat pêşkêşkirin.
Di şanoyê de bal li ser zehmetî û pirsgirêkên jinan ên ji hêla civakê û desthilatê ve, rola wê di civakê de, pirsgirêkên civakî, sedemên dihêlin ciwan koçber bibin, hat kişandin.
Di peyama şanoyê de hat diyarkirin ku koçberî ne çareserî ye, her wiha serîtewandin û teslîmbûna ji rewşê re di bin zulma desthilata çewsîner de jî ne çareserî ye, çareserî di têkoşîn, berxwedan û hevgirtinê de ye.
(mh/fr)
ANHA