Li Minbicê der barê qanûna parastina zarokan de panel
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe de bi sernavê "Başbûn û parastin, pêşveçûn û têgihîştin ji bo zaroketiyek tendurist" panelek li dar xist.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê bi sernavê "Başbûn û parastin, pêşveçûn û têgihîştin ji bo zaroketiyek tendurist" li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li panelek dar xist.
Di panelê de endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Minbicê, Meclisa Idlibê û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Di panelê de 4 mijar hatin nîqaşkirin û wiha ne; qanûna malbatê, sedemên hilbijartina rojeke cîhanê ji bo zarokan di 20'ê Mijdarê de, girîngiya çavdêriya tenduristî li zarokan û şîretkariya derûnî.
Her 4 mijar ji aliyê cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Sena Receb, endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Xîtam Welo, endama Desteya Tenduristiyê Duha Îbrahîm û endama Nivîsgeha Parastina Zarokan Nûr Qebertay ve hatin nîqaşkirin. Di mijaran de li ser rêbazên fêrkirin, perwerde, çavdêrîkirin û parastina zarokan hat axaftin. Her wiha qanûnên parastina mafên zarokan ji bo beşdaran hatin diyarkirin.
Der barê panelê de, Sena Receb ji ajansa me re got: "Qanûna zarokan bingeha parastina zarokan e. Ew qanûn di encama kedeke mezin di warê parastina zarokan de hatiye amadekirin."
Sena Receb diyar kir ku rûpelên qanûna zarokan li beşdaran hatin belavkirin da ku ew jî madeyên wê nas bikin.
Hêjayî bibîrixstinê ye ku ev panel, di çarçoveya rêzeçalakiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hat lidarxistin. Rêzeçalakî di 21'ê Tebaxê de dest pê kir û ew ê heta 19'ê vê Mijdarê bidome.
(mh/fr)
ANHA