Ji destpêka êrişên Îsraîlê ve 239 penaberên Sûriyeyê hatine kuştin

Piştî ku 7 penaberên din ên Sûriyeyê li Lubnanê hatin kuştin, hejmara penaberên Sûriyeyê yên ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve hatine kuştin bû 239. Ji wan 91 jin û 55 zarok in, 240 jî birîndar in.

Ji destpêka êrişên Îsraîlê ve 239 penaberên Sûriyeyê hatine kuştin
12 mijdar 2024   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji 21'ê Îlona borî ve anku ji destpêka êrişên giran ên Îsraîlê li dijî Lubnanê ve, 239 penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê hatine kuştin. Ji wan 91 jin û 55 zarok in.

SOHR'ê diyar kir ku 240 penaberên din jî birîndar bûne.

(mh)