Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin

Bi armanca pêşxistina aboriyê û peydakirina derfetên kar şîrketa El Şemal "Navenda Tebqayê ya Bazirganiyê" li navenda bajêr vekir.

Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin
14 kanûn, 2023   21:40
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî û Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jin û ciwanan û komîteyên wan ji bo vekirina Navenda Tebqayê ya Bazirganiyê beşdar bûn.

Xebatên avakirina navendê 3 salan dom kir ku ew ji 28 holan, 80 dikanan, 6 kişk û 6 xwaringehan pêk tê.

Di serî de rêveberê navendê Mehmûd Kerîm bi navê şîrketa El Şemal wiha axivî: "Em gelekî kêfxweş in ku îro piştî 3 salan ji dayîna kedê vê serkeftinê bi we re parve dikin. Li pêşiya me gelek astengî û zehmetî derketin, lê belê li hember wan îsrara me xurt bû û me ev projeya herî mezin li ser asta herêmê pêk anî."

Kerîm spasiya karkerên ku di pêkanîna vê projeyê de roleke sereke lîstine kir û got: "Vekirina navendê di vê qonaxa girîng de gaveke erênî û pêşketî ye, her wiha herêmê xweştir dike û aboriya wê pêş dixe."

Her wiha, bi navê malbatên şehîdan, dayika şehîd Mihemed Ebdulqadir, Zehra El Ehmed vekirina navendê li şêniyên Tebqayê, karmend û karkerên projeyê pîroz kir.

Dayهka şehîd Elî Tebqa, Kewser Ebdulselam deriyê navendê vekir, piştre beşdar derbasî hundirî navendê bûn û li nav beşên wê geriyan.

(mh)

ANHA