Li Tebqayê amadekariyên Festîvala Resenî û Folklorê

Desteya Çandê ya KantonaTebqayê amadekariyên lidarxistina Festîvala Resenî û Folklorê ya çaremîn dike. Festival dê 22`yê Tebaxê bi beşdariya komên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin.

Li Tebqayê amadekariyên Festîvala Resenî û Folklorê
20 tebax, 2025   11:34
TEBQA

Desteya Çandê ya KantonaTebqayê amadekariyên lidarxistina çaremîn Festîvala Resenî û Folklorê dike. Festival dê 22`yê Tebaxê bi beşdariya komên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaya da zanîn ku festîval di salên derbasbûyî de de hatiye lidarxistin û di festîvala sêyemîn de komên hunerî yên Ereb û Kurd beşdar bûn, her wiha cara pêşî komeke Ermen jî beşdar bû.

El Elaya destnîşan kir ku di festîvalên berê de tenê stran û dîlan dihatin pêşkêşkirin, lê îsal dê şano werin pêşkêşkirin û alav û tiştên keleporî werin pêşandan.

Li gorî El Elaya: "Festîval dê di 22`yê Tebaxê de were lidarxistin û komên hunerî ji navendên çandî yên li bajarên Tebqa û Cirniyê dê beşdar bibin, dîsa çend komên ji kantona Reqayê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tev li festîvalê bibin."

El Elaya da zanîn ku hin mêvanên ji herêmên din ên Sûriyeyê jî dê beşdar bibin.