Xebatên ronîkirina Keleha Caber bi dawî bûn

Desteya Çandê ronîkirina Keleha Caber a şûnwarî ku beriya mehekê dest pê kiribû, bi dawî kir.

Xebatên ronîkirina Keleha Caber bi dawî bûn
20 tebax, 2025   11:36
TEBQA

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, piştî xebatên restorekirin û sererastkirinê ronîkirina Keleha Caber jî bi dawî kir. Ji bo xebatên restorakirin û ronîkirinê 30 hezar dolar çû.

Beriya demekê Desteya Çandê ya Tebqayê bi hevkariya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin beş sererast kirin.

Der barê xebatan de hevserokê Desteya Çandê ya Tebqayê Elî El Elaya diyar kir ku armanc ji van xebatan balê bikişînin ser cihên şûnwarî û zêdebûna hişmendiyê ji bo qîmetdayîna nirxên dîrokî. El Elaya diyar kir ku ronîkirina kelehê dê xweşikbûneke cuda bidiyê, hewayekî guncaw ji bo lidarxistina mîhrîcan û ahengan peyda bike. Ji bilî wê jî ew dibe cihê dîmenkêş û turîstan.

(fr)

ANHA