Li Tebqayê 100 gund bê kehrebe û av in

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 100 gund bê kehrebe û av in. Rêveberiyê êrişên li dijî binesaziya herêmê û welatiyan şermezar kirin.

Li Tebqayê 100 gund bê kehrebe û av in
13 sibat, 2025   07:35
TEBQA

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Xatûniyê yê bajarê Cirniyê yê kantona Tebqayê ya 8'ê Sibatê de, şêniyê bi navê Mihemed Hemîdî El Murad (54) şehîd bûbû. El Murad dema ku ji karê xwe yê nobedariya embarên genim vedigeriya, şehîd bûbû.

El Murad ji eşîra Bûcabir e ku ew jî ji mezintirîn eşîrên kantona Tebqayê ye. Ew bavê 4 zarokan bû ku zarokê wî yê mezin 12 salî ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin û got: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dagirkirina herêmê de li hemberî berxwedana şêniyan a li bendava Tişrînê têk çûn, êrişên xwe giran dikin.”

El Omer diyar kir ku berî demekê jî dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya Cirniyê hedef girt û di encamê de stasyon bi temamî hat wêrankirin.

El Omer wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov embarên genim û saziyên sivîl wekî şaredariyan, hedef girtin. Ev jî gengaziya pêkhatina kareseteke mirovî zêde dike. Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî bi awayekî lezgîn tev bigerin û van êrişan rawestînin.”

El Omer banga damezirandina komîteyeke navneteweyî ji bo destpêkirina lêkolîn û lêpirsînan der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de kir û got: "Rewşa herêmê gelekî xerab e, zêdetirî 100 gundan bê kehrebe û av in.”

El Omer bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî şermezar kir û got: "Ev bêdengî diyar dike ku ew jî bi dagirkeriya Tirk re li dijî gelên herêmê hevkar in. Divê hikumeta Şamê li hemberî şêniyên herêmê ku ew jî beşeke Sûriyeyê ne, xwedî li erkên xwe derkeve.”

El Omer helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berxwedana wan a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û got: "Hêzên me yên QSD'ê dikarin me biparêzin. Divê desthilata Şamê helwesteke nîştimanî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Sûriyeyê nîşan bide û xwe wekî berpirsa gelê Sûriyeyê bibîne.”

(mh/k)

ANHA