Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir

Cotkarên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kirin ku berhemê baş bide û kalîteya fêkiyan baş bibe.

Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
Cotkaran dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kir
13 sibat, 2025   05:11
REQA

Di vê dema salê de mezinbûna darên berhemdar disekine, anku dar di rewşa sebat û gihandina xwe ya kêm de ye.

Di vê demê de cotkarên darên berhemdar dest bi kesaxekirina daran dikin, ew yek ji bo çandiniya baştir û kalîteyeke bilind gaveke pir girîng e. Cotkarên kantona Reqayê hewl didin berhema çandiniyê baş bikin û xwetêrkirinê li herêmê pêk bînin.

Kesaxekirin ji hêmanên bingehîn ên çandiniyê ye û dihêle dar rewşa xwe ya başiyê û zêdekirina berhemdayînê biparêze. Armanca kesaxekirinê dar werin nûkirin, mezinbûna wê were kontrolkirin, şaxên mirî werin rakirin û dar ji bo berhemeke nû were amadekirin.

Li aliyekî din jî kesaxekirin dihêle xebatên cotkirinê, semadkirin û berhevkirinê hêsantir bibe.

Li ser bingeha zanistî ya diyar kesaxe tê kirin, lê ji bo ku serketî be pêdivî bi zanîneke teorî û pratîkî heye. Li kêlek wê jî pisporiyeke demdirêj ji bo her cureyeke darên berhemdar tên xwestin, ji ber ku taybetmendiyên her darekê ji hev cuda ye.

Endazyarê çandiniyê yê ji mezreya Kîsra Şêx El Cuma ya li gundewarê kantona Tebqa Mihemed El Îbrahîm got bi kesaxekirinê cureya daran tê nûkirin û berhemeke baş dide.

El Îbrahîm wiha domand: "Kesaxekirin dihêle çîna şewq û hewa bi awayekî baş derbasî nava darê bibe. Ew yek ji bo mezinbûna saxlem, hevseng û parastina daran ji nexweşiyan mijarekî pêwîst e. Her wiha kesaxekirin di kêmkirina şilbûna di hundirê darê de dibe alîkar û bi wê re derfetên çêbûna bekterya û nexweşiyan kêmtir dibe."

Darên berhemdar anku darên fêkiyan li gundewarê kantona Reqayê belav dibin. Mîna darên porteqalan, behîv û tirî bi hemû cureyên wê.

Di van salên dawî de çandiniya darên berhemdar û sebzeyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye û bi pêş ketiye.

(fr)

ANHA