Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî

Xelkê kantona Reqa û ciwanên PYDˋê yên Helebê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê armancên Komploya Navneteweyî têk birin.

Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
Li Reqa û Helebê çalakiyên dijî Komploya Navneteweyî
12 sibat, 2025   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqa li mezreya Kîsra Şêx El Cuma ya li gundewarê başûrê kantonê ji bo şermezarkirina komploya 15ˋê Sibatê civînek li dar xist.

Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û bûyerên komployê hat pêşkêşkirin.

Her wiha mamosteyê zimanê Erebî Mihemed Şerîf ê ji bajarê Qamişoyê bal kişand ser nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê avakirina konfedraliyê li Rojhilata Navîn û got: "Vê fikreyê hişt Rêbertî bi komployekê were hedefgirtin."

Welatiya bi navê Leyla Murad jî bal kişand ser bandora komploya ku 24 dewlet beşdar bûne û diyar kir ku ev komplo ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, lê belê li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ye.

Beşdaran diyar kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya siyaseta êşkence û qirkirinê ya li dijî girtîgeha Îmraliyê didome.

Di dawiyê de Mihemed Şerîf helbest li ser komployê xwendin.

HELEB

Di heman çarçoveyê de Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Helebê li pêş navenda PYDˋê ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Ciwanê bi navê Ehmed Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî û siyaseta êşkence û qirkirinê hatin şermezarkirin û hat gotin ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan tevahî pirsgirêkên li herêma Rojhilata Navîn tên çareserkirin û şer bi dawî dibin.

Di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

(fr)

ANHA