Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir

Jinên ji bajarê Qamişlo û HPC-Jin tabûrek bi navê Şehîd Denîz Çiya  ava kir.

 Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir
 Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir
 Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir
 Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir
 Li taxek Qamişloyê jinan tabûrek ava kir
2 sibat, 2026   17:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiya giştî, parastina xak û herêmê de, jinên ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê û Hêzên Parastina Civakî -Jin (HPC) bi navê şehîd Denîz Çiya tabûrek ava kir.

Endama HPC-Jin Wedha Wenikî daxuyaniyek devkî da. Wedha diyar kir ku ew wek jinên li komîna Şehîd Lewend a taxa Kurnîş a bajarê Qamişlo avakirina tabûra Şehîd Denîz Çiya  radigihînin. Ev tabûr ji bo parastina taxê li hember gef û gurên heyî ye.

Wedha got, "Em li piştî zarokên xwe yên li eniyên şer in ku parastina herêmên we dikin."

(zş/fr)

ANHA