Şêniyên Dêrikê ji şervanên li eniyan re xwarinê amade dikin

Şêniyên bajarokê Xana Serê û gundê Girkê Dijwêr ên bajarê Dêrikê ji şervanan re xwarinê amade dikin, li êniyan li wan belav dikin.

Şêniyên Dêrikê ji şervanên li eniyan re xwarinê amade dikin
Şêniyên Dêrikê ji şervanên li eniyan re xwarinê amade dikin
Şêniyên Dêrikê ji şervanên li eniyan re xwarinê amade dikin
Şêniyên Dêrikê ji şervanên li eniyan re xwarinê amade dikin
2 sibat, 2026   17:44
QAMIŞLO

Bi rihekî berpirsiyarî û hevgirtina civakî xelkê bajarokê Xana Serê û gundê Girkê Dijwêr ên Dêrikê yê kantona Cizîrê xwarinê ji şervanan re amade dikin.

Bi armanca piştdayîn û moraldayîna zarokên xwe yên li eniyên şer, malbatan xwarina ku çêkirine li wan belav dikin.

Ev gav hevgirtin û yekrêziya civakê bi keç û xortên xwe yên parastina Rojava dikin re, nîşan dide.

(ac/fr)

ANHA