Li Tartûsê kesek hat kuştin, li Humsê 2 kes hatin birîndarkirin 

Li Humsê di 2 bûyerên cuda de ciwanek û çalakvaneke siyasî birîndar bûn. Li Tartûsê jî endezyarek hat kuştin.

Li Tartûsê kesek hat kuştin, li Humsê 2 kes hatin birîndarkirin 
1 cotmeh, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanek û çalakvaneke siyasî di bûyerên gulebaranê yên cuda de li Humsê birîndar bûn, li gundewarê Tartûsê jî endezyarek hat kuştin.

SOHR`ê ragihand ku çekdarên di wesayîteke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, li nêzî Dibistana El Farabî a li taxa El Nuzha ya Humsê gule li ciwanekî barandin û bi giranî birîndar kir.

Li taxa El Zehraa ya Humsê jî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gule li çalakvana siyasî Ital Şahîn barandin û birîndar kir.

Li gorî SOHR`ê her du birîndar têne dermankirin

Li gundê Mîar Şakir ê Tartûsê jî endezyarê çandiniyê Heyder Yûnis Şahîn ji aliyê çekdarekî ve li mala xwe hat kuştin.