Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên Amûdê 80 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn. Şêniyan soza berdewamkirina têkoşînê li ser rêya şehîdan da.

Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 80 şehîd bi bîr anîn
1 cotmeh, 2025   12:58
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê, îro ji bo 80 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û koçberên ji bajarên Efrîn û Şehbayê tev li merasîmê bûn.

Merasîm, li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Amûdê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Amûdê, Mihemed Ehmed der barê fedakariyên şehîdan de axivî. Ehmed got: "Em bi saya berxwedana wan gihaştine vê qonaxê. Em ê rêya wan bidomînin û li hember hemû komployên li dijî me hatine çêkirin, bisekinin. Em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe nû dikin heta ku xewnên wan pêk werin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Amûdê Mihemed Farso, jî li ser rola dayikên şehîdan helbestek xwend.

Di merasîmê de sînevîzyona axaftina Rêber Abdullah Ocalan a li ser nirxên şehadetê hate pêşandan.

Merasîma bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(k)