'Li Sûriyeyê eger edalet nebe, aramî çênabe'

Parêzer Newaf Hatûm diyar kir ku revandin, kuştin û kiryarên li Sûriyeyê çêdibin, bandorê li ewlehiya hemwelatiyan dike û got, divê dadgeh serbixwe be û qanûn têkeve dewrê.

'Li Sûriyeyê eger edalet nebe, aramî çênabe'
20 nîsan, 2026   06:50
SIWÊDA

Parêzer, pisporê kar û barên dewletê û mafên mirovan ê ji Siwêdayê Newaf Hatûm rewşa Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.

Hatûm destpêkê rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê nirxand û got: "Ne tenê dema ku sûc çêbibin em bibêjin ku pirsgirêkên ewlehiyê hene. Ya girîng hemwelatî hîs bikin ku ew têne parastin û eger ev yek nebe, civak dê her tim di nava metirsiyan de be. Eger kuştin, revandin û kiryarên dîtir dubare bibin dê hevpeymana civakî ziyan bibîne. Hemwelatî li beramberî parastinê heyanî astekî dev ji azadiya xwe berdidin. Ev yek jî welat dihejîne û civak jî dixe nava lêgera rê û rêbazên xweparastinê."

Li gorî Hatûm sedemên dubarebûna kiryaran wiha ne: "Di xebatên ewlehiyê de kêmanî hene û hesab nayê xwestin. Dibe ku li hemû civakan pirsgirêkên ewlehiyê mîna kuştin û revandinê çêdibin, lê belê eger ev pirsgirêk berdewam bikin û hesab neyê xwestin êdî ji bûyer vediguherê diyardeyê. Ev yek ji bo civakan gelekî xetere ye. Kesên ku sûc dikin û neyên lêpirsînkirin êdî dê hîs bikin ku ew çiqasî sûc bikin jî kesek hesab ji wan naxwaze. Revandin, girtina bi darê zorê û kuştin xetereyên herî mezin li ser jiyana hemwelatiyan in. Bi van kiryaran gef li civakê dixwin û wan ditirsînin, îradeya ferdan dişkînin û pêlî rûmeta mirovan dikin."

Parêzer Newaf Hatûm li ser mijara ku hemwelatî ditirsin daxwaza mafên xwe bikin wiha got: "Tirs ji edaletê re dibe astengiya herî mezin. Dema ku insan hîs dike metirsî li ser jiyana wan hene û garantiya parastinê nadin wan êdî bêdeng dimînin, zulmê qebûl dikin û nikarin li beramberî derbikevin. Ev yek dibe sedema ku heqîqet winda bibe, gilî û gazinc komî ser hevdû bibin û ew kiryar berdewam bikin."

Kiryarên li Sûriyeyê dê çawa çareser bibin Hatûm wiha got: "Dad divê serbixwe be, heybeta qanûnê hebe, mekanîzmeyên parastinê çalak bibin, lêpirsînên zelal werin kirin û encama wan ji raya giştî re ragihînin û qanûnên niştîmanî li gorî pîvanên qanûnên navdewletî pêk bînin. Eger edalet nebe aştiya civakî dê di xeteriyê de be. Dibe sedema ku civak ferdî tola xwe rabikin û şer gur bibe. Ji bo aramî çêbibe divê kesên mazlûm werin parastin û yên sûcdar werin lêpirsîn kirin. Qanûnê ji bo her kesî lêvegera sereke ye."

(np)

ANHA